Netanyahu: Şerê me yê bi Îranê re bidawî nebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, rûbirûbûna wan a bi Îranê re berdewam e û di her kêliyê de egera geşedanên nû heye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina xwe ya li Qudisê bi Serokê Arjantînê Javier Milei re, peyamên tund derbarê şerê bi Îranê re dan. Netanyahu destnîşan kir, rewşa şer hîn bi dawî nebûye û her kêliyê dibe ku alozî zêdetir bibe.

Netanyahu di daxuyaniya xwe de got: "Em bi Îranê re, di şer de ne. Ev mijar hîn nehatiye girtin û di her kêliyê de geşedanên nû dikarin rû bidin. Ji bo Îsraîlê şer berdewam e û me hîn xala dawî daneniye." 

Ev daxuyanî di demekê de tên ku civaka navneteweyî çavê xwe li gera nû ya danustandinên Îran û Amerîkayê yên li Pakistanê girtiye.

Şerê rasterast di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşeke esmanî ya berfireh a Washington û Tel Avîvê dest pê kiribû. Di van êrîşan de gelek armancên serbazî û siyasî li Tehran û bajarên din hatibûn rûxandin û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dabûn.

Îranê jî wekî bersiv, bi mûşekan êrîşî berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê kiribû û Tengava Hurmizê girtibû, ku vê yekê bandoreke giran li ser aboriya cîhanê û bihayê enerjiyê kiribû.

Agirbesta bi navbeynkariya Pakistanê

Ji ber metirsiya şerekî cîhanî, welatên herêmê ketin nav tevgerê. Di 8ê Nîsana 2026an de bi navbeynkariya rasterast a Pakistanê, ji bo du hefteyan agirbesteke demkî hat ragihandin. Niha li Tehran û Îslamabadê hewildan berdewam in, da ku ev agirbesta demkî bibe peymaneke navçeyê û dawî li şerê wêranker were.