Hizbullaha Libnanê ji K24ê re: Îsraîl li ser binpêkirina agirbestê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbullaha Libnanê ragihand, Îsraîlê agirbest binpê kiriye. Herwiha tekez kir, hêzên wan ji bo her cure şerekî di amadebaşiyê de ne.
Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbullahê Mehmûd Qematî îro 20ê Nîsanê di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ji destpêka agirbestê ve, Îsraîlê gelek binpêkirinên leşkerî kirine.
Mehmûd Qematî destnîşan kir, binpêkirinên Îsraîlê gelek alî ne û got: "Êrîşên bi dronan, firokeyên şer, bombekirina deveran û teqandina xaniyan berdewam dikin. Di van êrîşan de welatiyên sivîl jî bûne armanc û hatine kuştin."
Derbarê egera destpêkirina şerê berfireh de, Qematî hişyarî da û ragihand, hêzên wan bi her awayî amade ne û got: "Em her gav amade ne, destê me li ser pela tetîkê ye. Mûşek û hemû şiyanên me ji bo her pêşhateke nû amade ne."
Mehmûd Qematî bal kişand ser helwesta welatên cîhanê û diyar kir, civaka navneteweyî li ser vî şerî dabeş bûye. Qematî got: "Îsraîl û Amerîka di eniyekê de ne, lê welatên Ewropayê û heta welatên Ereb jî li dijî van êrîşan in û dixwazin şer were rawestandin."