Pizîşkiyan: Şer ne di berjewendiya ti alî de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, hilbijartina şer ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 20ê Nîsanê di daxuyaniyekê de bal kişand ser metirsiyên şerekî herêmî û got: "Derketina şerekî nû di berjewendiya ti kesî de nîn e û dê zirarê bide her kesî." Pizîşkiyan tekez kir ku divê li gel "hişyariya li hemberî dijmin", hemû rêyên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşiyê werin bikaranîn.
Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, Amerîka û Îsraîl bi têkdana asayîşa Kendavê û Tengava Hurmizê tawanbar kirin. Beqayî diyar kir, beriya 28ê Sibatê navçe di aramiyê de bû û got: "Washington di nava 9 mehên borî de du caran di dema danûstandinan de êrîşî xaka Îranê kiriye û xiyanet li dîplomasiyê kiriye."
Herwiha, Baregeha Navendî ya Xatemul-Enbiya ya ser bi Supaya Pasdaran ve ragihand, Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê êrîşî keştiyeke bazirganî ya Îranî ku ji Çînê dihat, kiriye. Îranê Amerîka wekî "serokê çeteyên deryayê" pênase kir û aşkere kir ku wekî bersiv, hêzên Îranî bi dronan êrîşî çend keştiyên cengî yên Amerîkayê kirine. Baregehê hişyarî da ku "tola vê êrîşê dê bi tundî were hildan."
Ev daxuyaniyên tond piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tên. Trump piştrast kiribû ku wan dest bi ser keştiyeke Îranî de girtiye ji ber ku guh nedaye fermanan. Netanyahu jî li Qudisê ragihandibû: "Şerê me yê li gel Îranê bi dawî nebûye û her kêliyê dibe ku alozî zêdetir bibe."