Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bo welatiyên xwe: Demlidest Iraqê biterikînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Bexdayê îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) hişyariyeke ewlehiyê ya bilind belav kir û tê de ragihand; komên çekdar li ser danîna planan ji bo kirina zêdetir êrîşan li dijî welatiyên Amerîkayî û berjewendiyên wî welatî li seranserê Iraqê berdewam in.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: "Hîn jî hinek aliyên peywendîdar bi hikûmeta Iraqê re, bi awayekî çalak sîwana siyasî, darayî û piştgiriya meydanî ji bo van komên çekdar dabîn dikin, vê yekê jî metirsiyên ewlehiyê zêdetir kirine."

Balyozxaneya Amerîkayê li ser rewşa geştkirinê jî amaje da, “Her çend asmanê Iraqê hatiye vekirin û geştên bazirganî yên sînordar hatine destpêkirin jî, lê xetera berdewam a mûşek û dironan li asmanê Iraqê heye.”

Amerîka daxwaz ji welatiyên xwe dike ku asta hişyariyê ya "pile çar" li ber çavan werbigirin, ku bi manaya "geştnekirina ji bo Iraqê" tê, û dibêje: "Ji bo çi mebestekê geştê ji bo Iraqê nekin. Eger li wê derê bin jî, demlidest wî welatî biterikînin."

Balyozxaneya Amerîkayê tekez jî kir ku, tevî biryara valakirina bi neçarî ya parek ji karmendên wê, nûneriya dîplomatîk a Amerîkayê ji bo hevkariya welatiyan li ser karê xwe berdewam e. Di eynî demê de hişyarî da ku ji ber xeterên mezin ên ewlehiyê, welatî bizavê nekin ku biçin di nav balyozxaneyê yan nûneriyên dîplomatîk de û tenê bi rêya emaîlê peywendiyê bikin.

Wê daxuyaniyê li ser rêyên bejayî jî eşkere kiriye ku, rêyên ber bi welatên Tirkiye, Urdin, Kuweyt û Erebistana Siûdî ve hîn vekirî ne, lê geştyar divê haydarî derengketineke zêde, bilindbûna nirxê bilêtan û guherînên ji nişkê ve bin. Herwesa hatiye diyarkirin ku, geştên asmanî yên bazirganî yên ji Kuweytê ji ber xetera êrîşan hatine rawestandin.