Mesrûr Barzanî û Dercal rewşa werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê nîqaş dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Mesrûr Barzanî û Ednan Dercal rewşa werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê nîqaş kir û tekez li ser pêşxistina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de di warê werzişê de jî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) pêşwaziya Serokê Yekîtiya Fitbolê ya Iraqê Ednan Dercal kir.

Di wê hevdîtinê de, rewşa werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin û tekez li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di warê werzişê de hat kirin.

Herwesa Serokê Yekîtiya Fitbolê ya Iraqê pesnê rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di warê piştgirîkirina tevgera werzişî û werzişvanan de li Iraq û Herêma Kurdistanê da, ku bûye sedema pêşkeftin û pêşengbûna yaneyên werzişî yên Herêma Kurdistanê û bidestxistina gelek destkeftiyên giring ên werzişî li ser astê Iraqê û astê navdewletî bi giştî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li rola çalak a Serokê Yekîtiya Fitbolê ya Iraqê di pêşxistina tevgera werzişî li Iraqê kir û hemî piştgiriya xwe ji bo wî tekez kir.