Banka Navendî nûçeya birîna dolar ji aliyê Amerîkayê ve red kir

Banka Navendî ya Iraqê
Banka Navendî ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku Banka Navendî ya Iraqê bizavê dike bazarê aram bike û nûçeyên rawestandina dolar red dike, Waşinton bi sepandina cezayên nû û bilindkirina asta hişyariya ewlehiyê ji bo pileya 4ê peyameke tund arasteyî Bexdayê dike.

Banka Navendî ya Iraqê (CBI) îro (Duşem, 20ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ew raport red kirin ên ku behsa rawestandina şandina dolarê nexdî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve dikin. Ev berteka Banka Navendî piştî wê yekê hat ku kanala "El-Hedes"ê belav kiribû ku Waşintonê ji ber hebûna milîsan di nav desthilatê de hemî veguhastina drav û hevahengiya ewlehiyê ya fermî ligel Iraqê rawestandiye.

Banka Navendî tekez kir ku herikîna dolar ji Banka Federal a New Yorkê ber bi Bexdayê ve berdewam e. Lê tevî vê piştrastkirinê jî, nirxa dînarê Iraqî di bazaran de rastî aloziyekê hatiye.

Ev qeyrana darayî di demekê de ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li roja Înê ya borî cezayên tund li ser heft fermandarên bilind ên milîsên nêzîkî Îranê sepandin; di nav wan de fermandarên Ketîbeyên Hizbulah, Nuceba û Esaîb Ehlî Heqê hene.

Waşintonê bi eşkereyî peyam daye serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ku berdewamiya piştgiriya darayî û dolarî bi dûrxistina kesatiyên milîs ji hikûmetê ve girêdayî ye, bi taybetî jî nerazîbûna xwe ya tund li beranberî hilbijartina Ednan Feyhan wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê nîşan daye.

Herwesa tevî zexta aborî, Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê asta hişyariya ewlehiyê ji bo pileya 4ê bilind kiriye. Di daxuyaniya wê balyozxaneyê de hatiye: "Komên derveyî qanûnê yên girêdayî Îranê li ser danîna planên êrîşê ji bo ser welatî û berjewendiyên Amerîkayê li seranserî Iraqê, tevî Herêma Kurdistanê, berdewam in."

Balyozxaneya Amerîkayê li ser rewşa geştkirinê jî amaje da, “Her çend asmanê Iraqê hatiye vekirin û geştên bazirganî yên sînordar hatine destpêkirin jî, lê xetera berdewam a mûşek û dironan li asmanê Iraqê heye.”