Pakistan daxwaza dirêjkirina agirbesta navbera Amerîka û Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Pakistanê bi awayekî fermî daxwaz ji Washington û Tehranê kir, agirbesta di navbera xwe de ji bo du hefteyên din dirêj bikin, da ku rê li ber diyalogê neyê girtin.

Di demekê de ku rageşiya li Kendavê her ku diçe zêde dibe, medyaya Pakistanê ragihand, hikûmeta Îslamabadê ji bo kêmkirina aloziyan ketiye tevgerê. Pakistanê bi fermî daxwaz ji Amerîka û Îranê kiriye ku agirbesta heyî du hefteyên din were dirêjkirin.

Li gorî medyaya Pakistanê, armanca Îslamabadê ji vê daxwazê ew e ku derfeteke zêdetir bide hewildanên dîplomatîk, da ku bigihîjin encamekê. Tê pêşbînîkirin ku îro sêşemê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi awayekî fermî biryara dirêjkirina agirbestê ji raya giştî re ragihîne.

Ji aliyê din ve, çavkaniyên navdewletî behsa germbûna peywendiyên dîplomatîk ji bo zindîkirina proseya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê dikin, ku biryar e îro dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de, navbeynkarên Pakistanî hişyarî dane Serokê Amerîka Donald Trump û diyar kirine ku "berdewamkirina dorpêça li ser Tengava Hurmizê, dê bibe sedema aloziyên hîn mezintir û metirsîdar."

Tevî hewildanên navbeynkariyê, metirsiya şer hîn jî li ser masê ye. Malpera "Axios" a Amerîkî belav kir, Donald Trump li Koşka Spî ligel tîma xwe ya taybet di nav gotûbêjan de ye. Mijara sereke ya civînê "egera destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê" ye. Ev agahî nîşan dide ku heke rêyên dîplomatîk bi ser nekevin, egera gurkirina şer li navçeyê pir xurt e.