Serokê Dadweriya Îranê: Egera destpêkirina êrîşên Amerîkayê pir xurt e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îranê Xulam Husên Muhsinî Êjeî pêşbînî dike ku Amerîka êrîşên xwe yên leşkerî nû bike. Ev daxuyaniya Êjeî di demekê de tê ku li Îslamabada Pakistanê amadekarî ji bo gereke nû ya danûstandinên navbera Washington û Tehranê têne kirin.

Serokê Desthilata Dadweriya Îranê Xulam Husên Muhsinî Êjeî îro 21ê Nîsanê ragihand, divê welatê wî ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Amerîkayê di amadebaşiya tam de be. Êjeî diyar kir ku egera destpêkirina êrîşan ji aliyê "dijmin" ve ne dûr e, belkû "egereke pir xurt e."

Xulam Husên Muhsinî Êjeî ragihand, "Dijmin bi wî awayî li şer dinêrî ku dê di demeke pir kurt de bigihe armancên xwe. Wan bawer dikir ku bi rêya çekên pêşkeftî û ezmûnên şerê 12-rojî, her wiha bi armancgirtina Rêberê Bilind û fermanberên din, dê di nav 24 yan 48 saetan de, an jî di hefteyekê de encamê bigirin."

Serokê Dadweriya Îranê destnîşan kir, piştî derbasbûna zêdetirî 40 rojan, Amerîka negihîştiye armancên xwe û wiha berdewam kir: "Rast e me mezinên xwe winda kirin, lê tişta ku wan dixwest pêk nehat. Bêguman dijminê ku têk çûye bi hêsanî dev jê bernade, ji ber wê egera destpêkirina êrîşên wan ên hovane pir zêde ye."

Êjeî tekez kir: "Ev amadebaşiya sedî sed a ku em behs dikin, bi îradeya me ve girêdayî ye. Her çend îmkan û amûr girîng bin jî, ya ku heta niha serkeftin misoger kiriye îradeya gel bûye. Divê di qonaxa yekem de îradeya me ya rûbirûbûnê hebe."

Ji aliyê din ve, Berpirsê Ragihandinê di Nivîsgeha Serokkomariya Îranê de Mehdî Tebatebayî hişyarî da Amerîkayê û got: "Dijmin berê Îran ceribandiye, heke careke din biceribîne, dê bikeve nav xeletiyeke pir mezin."

Ev rageşî di demekê de ye ku Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji Tehranê kiriye ku di danûstandinên Pakistanê de berdewam be. Lê belê Trump hişyarî da ku redkirina diyalogê, dê Îranê rûbirûyî "kêşeyên bêwêne" bike.