Tevî nêzîkbûna dawiya agirbestê, Îranê heta niha ti şande neşandine Pakistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku agirbesta demkî ber bi dawiyê ve diçe, Tehranê hîne ew şandeya xwe ya ji bo gera nû ya danûstandinên li Pakistanê neşandiye. Serkirdeyên bilind ên siyasî û leşkerî yên Îranê bi peyamên tund gef li Amerîkayê xwarin û diyar kirin, ew ê li bin zextan serî nexewînin.

Biryar e îro Sêşemê 21ê Nîsana 2026an, bi navbeynkariya Pakistanê gereke nû ya gotûbêjan di navbera Amerîka û Îranê de dest pê bike. Di demekê de ku Cîgirê Serokê Amerîka J.D. Vance wekî serokê şandeya Waşshingtonê ber bi Îslamabadê ve bi rê ketiye, berpirsên Îranê vegera ser maseya danûstandinan red dikin.

Serokê Perlemana Îranê Mihemed Baqir Qalibaf li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand, Donald Trump dixwaze maseya danûstandinan veguherîne "maseya xweradestkirinê." 

Qalibaf got: "Trump ji bo destpêkirina şer li hincetan digere, loma agirbestê binpê dike û dorpêçan giran dike. Lê bila zanibin ku em di bin gefan de danûstandinan qebûl nakin. Di du hefteyên borî de, me ji bo nîşandana kartên nû di eniyên şer de, hemû amadekariyên xwe kirine."

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî bal kişand ser "bêbaweriya kûr û dîrokî" ya Tehranê li hemberî Amerîkayê. Pizîşkiyan diyar kir, reftarên dawî yên berpirsên Amerîkî "peyamên tal" bi xwe re tînin û got: "Ew dixwazin Îran xwe radest bike, lê gelê me li bin ti zextan serî naxewîne."

Di heman çarçoveyê de, Cîgirê Serokê Perlemanê Elî Nîkzad jî destnîşan kir, heke Amerîka bixwaze "bacê" ji wan bistîne, dê bi şikestineke mezin re rûbirû bibe.

Ji aliyê leşkerî ve, Fermandarê Biryargeha "Xetemu'l Enbiya" Elî Ebdullahî ragihand, hêzên wan ji bo "bersiveke diyarker" di amadebaşiyê de ne. 

Ebdullahî got: "Hêzên me yên çekdar niha ji ber agirbestê di bêdengiyê de ne, lê em ê ti carî derfetê nedin Amerîkayê ku kontrola Tengava Hurmizê bixe destê xwe. Heke dijmin pabendî agirbestê nebe, bersiva me dê pir tund be."

Balyozê Îranê yê li Pakistanê Reza Emîrî Muqedem jî tekez kir, welatekî xwedan şaristanî di bin gef û zexta hêzê de, danûstandinan nake. Ev helwestên tund ên Tehranê nîşan didin ku egera gurkirina şer ji ya diyalogê xurttir e.