Asayişa Hewlêrê êrîşkarê mizgeftan girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand, wan ew gumanbarê ku di rojên borî de êrîşî çend mizgeftên bajêr kiribû û bêrêzî li hemberî pîroziyên olî kiribû, desteser kirin.
Piştî ku di rojên borî de li Hewlêrê êrîşî ser hinek cihên pîroz hatibû kirin, Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekê de aşkera kir, hêzên wan piştî şopandin û lêkolînan, tawanbarê sereke girtine. Asayîşê da zanîn ku dê di demeke nêz de zanyariyên berfireh li ser nasnameya tawanbar û sedema van êrîşan ji raya giştî re parve bikin.
Mamosteyên olî: Ev hewldana fîtne û duberiyê ye
Ji aliyê din ve, hejmarek ji mamosteyên olî yên Hewlêrê li pêşiya Mizgefta Mezin a bajêr konferanseke rojnamevanî li dar xistin û helwesteke tund nîşanî van êrîşan dan. Mamosteyên olî diyar kirin, êrîşkirina ser mizgeftan û bêrêziya li hemberî Qurana Pîroz, hewldanek ji bo têkdana aştiya civakî û hevjiyana birayane ya li Herêma Kurdistanê ye.
Mamosteyan ragihandin, wan bi awayekî fermî li dijî wî kesî gilînameyeke yasayî tomar kiriye. Herwiha wan daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rê li ber her "destekî têkder" bigire ku bixwaze fîtne û alozî di navbera pêkhateyên Herêmê de derxîne.
Piştgiriya Mesîhî, Êzidî û Kakeyiyan
Di konferansê de hat gotin, kesayetên olî yên pêkhateyên Mesîhî, Êzidî û Kakeyî jî peywendî bi wan re kirine û piştgiriya xwe ji bo parastina pîroziyan û xurtkirina biratiyê nîşan dane. Mamosteyên olî spasiya hêzên Asayîşa Hewlêrê kirin ku di demeke kurt de tawanbar girtine. Herwiha wan daxwaz kirin jî, tawanbar bi tundî were cezakirin.