Keştiyeke Îranê dorpêça deryayî şikand û gihîşt bendereke wî welatî
Navenda Nûçeyan (K24) – Peywendiyên Giştî yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand, keştiya petrolê ya bi navê "Sealy City", bi piştgiriya hêzên deryayî yên wî welatî, bi silametî gihîştiye nav avên herêmî yên Îranê.
Artêşa Îranê îro 21ê Nîsanê di daxuyaniyekê de diyar kir, tankera "Sealy City" şeva borî piştî derbasbûna ji Deryaya Erebî, di bin parastina hêzên deryayî de gihîştiye avên Îranê û li bendereke başûr lenger avêtiye. Ev yek di demekê de pêk hat ku hatibû gotin hêzên deryayî yên Amerîkayê "hişyarî û gef" li keştiyê xwaribûn.
Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, artêşa Amerîkayê li nêzîkî kênarên Deryaya Omanê dest daniye ser keştiyeke din a Îranî ya bi navê "Tosca". Tehranê ev gava Amerîkayê wekî "çetegeriya deryayî" û binpêkirina aşkere ya agirbesta 8ê Nîsanê binav kir.
Wezareta Derve ya Îranê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û Encumena Asayişê kir ku li hemberî vê "kiryara nayaşayî" ya Amerîkayê bêdeng nemînin. Îran daxwaza azadkirina bilez a keştiya 'Tosca', tîma nav keştiyê dike û hişyarî dide ku Amerîka berpirsiyarê her cure alozî û encamên xirab ên li navçeyê ye.
Danûstandinên Pakistanê di gumanê de ne
Ev rageşiya li deryayê di demekê de ye, biryar bû îro li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, gereke nû ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê dest pê bike. Lê belê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî heta duh jî red dikir ku şandeya wan biçe Pakistanê.