PSK: Bila Roja Rojnamegeriya Kurd li Tirkiyeyê bi fermî were qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Çapemeniyê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), bi boneya 128 saliya derçûna yekemîn rojnameya Kurdî, peyamek belav kir. PSKê daxwaz kir, 22ê Nîsanê li Tirkiyeyê bi fermî were naskirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke zagonî.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) îro 21ê Nîsanê di peyama xwe de, bi giranî behsa dîrok û têkoşîna rojnamegeriya Kurd kir û 22ê Nîsanê "Roja Rojnamegeriya Kurd" li hemû xebatkarên çapemeniyê pîroz kir.

Peyama Buroya Çapemeniyê ya PSKê:

22ê Nîsanê, Roja Rojnamegerîya Kurd Pîroz Be

Rojnameya Kurdistanê ku di dîrokê da rojnameya Kurdî ya pêşîn e di 22ê Nîsana 1898an de li paytextê Misrê, Kahîre, bi destpêşxeriya nivîskar û rojnamevan Mîqdad Mîdhat Bedirxan dest bi weşanê kir. 

Pênç hejmarê Kurdistanê li Kahirê hatin weşandin. Paşê birayê wî Abdurrahman Bedirxan weşandina wê heta sala 1902an li Ewrupayê domand. Rojnameya Kurdistan bi tevahî 31 hejmar hatine çapkirin û belavkirin. Hejmarên 1an heta 23yan her 15 rojan carekê hatin çapkirin, lê hejmarên 24an heta 31an mehane hatin weşandin. 

Ji ber sîyaseta Împaratorîya Osmanî a li dijî Kurd û Kurdistanê Rojnameya Kurdistanê gelek caran neçar ma ye ku cih û welatê weşanê biguhurîne. 

Di 21.04.2021an de Parlamentoya Kurdistanê, 22ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerîya Kurd bi fermî pejirand. Li gorî vê biryarê, 22ê Nisanê her sal wekî Roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin. 

Rojnamegerîya Kurd di van 128 salên borî de jibo azadîya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşînekê girabiha meşandiye, gelek berdelên mezin daye û bi sedan rojnamevanên Kurd di riya azadîyê de şehîd bûne. Bi vê minasebetê em hemî şehîdên rojnamegerîya Kurd bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Em wek Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Roja Rojnamegerîya Kurd pîroz dikin û bang li dewleta Tirk dikin ku ev roj bi fermî li Tirkiyeyê were qebûlkirin û zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de û di zagona bingehîn a Tirkiyeyê de bi fermî cih bigire.