128 sal di ser weşandina yekemîn rojnameya kurdî re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 22ê Nîsanê, gelê Kurd salvegera 128an a werçerxaneke dîrokî ya girîng pîroz dike. Di vê rojê de û di sala 1898an de, yekemîn xebata rojnamegeriya kurdî ne tenê wek weşanekê, lê wek amûreke şoreşgerî ya ji bo parastina ziman û nasnameya neteweyî ji dayik bû.

Di 22yê Nîsana 1898an de, li bajarê Qahîreya, paytexta Misirê, Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn hejmara rojnameya "Kurdistan"ê çap û belav kir. Ji ber zilm û zextên desthilata Osmanî ya wê demê, Bedirxan neçar mabû ku vê gava dîrokî li xerîbiyê biavêje. Rojname bi zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) dihat weşandin.

Armancên sereke yên rojnameya "Kurdistan"ê, handana kurdan bo fêrbûna zanistê, pêşxistina nivîsandina bi zimanê dayikê di demeke ku ziman di bin metirsiyê de bû, nasandina doza kurd bi cîhana derve û rexnekirina neheqiya li dijî gelê kurd bû.

Piştî rojnameya Kurdistanê, kerwana rojnamegeriya kurdî ranewestiya. Kovara "Hawar" a mîr Celadet Alî Bedirxan û rojnameyên wekî "Jîn" û "Jiyan" bûn platformên sereke ji bo geşepêdana wêje û hizra siyasî ya kurdî. Rojnamegeriya kurdî di hemû qonaxan de, çi li ser çiya û çi li bajaran, bi tevgera rizgariya gelê kurd re mil bi mil meşiyaye.

Îro, piştî derbasbûna 128 salan, medyaya kurdî guherîneke mezin bi xwe ve aniye. Ji rojnameyeke kaxezî, îro bi sedan kanalên asmanî, radyo, malperên nûçeyan û platformên dîjîtal hene. Medyaya kurdî li gorî pêşkeftinên cîhanê gav avêtine û medyaya civakî, bûye beşekî bingehîn ji gihandina nûçeyan.

Lê belê tevî vê berfirehbûnê, hîn jî rojnamegeriya kurdî bi çendîn astengiyan re rûbirû ye, wekî, nebûna yasayeke kirdarî û çalak bo parastina mafên rojnamevanan, kêşeyên azadiya ramanê li hin deveran û têkelbûna medya û ajandayên siyasî.

Bîranîna 128 saliya rojnamegeriya kurdî, ne tenê bîranîneke dîrokî ye; ev roj derfetek e bo rêzgirtina li wan rojnamevanên ku di riya rastiyê de canê xwe feda kirine yan rûbirûyî girtîgehê bûne. Di heman demê de, banga pîşeyîbûna zêdetir û tekezkirina li ser wê yekê ye ku "pênûsa azad" di her civakekê de, stûna sereke ya demokrasiyê ye.