Serok Barzanî: Kovara Gulan mînbereke girîng ji bo komkirina bîr û nêrînên cuda ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 32emîn salvegera derçûna kovara "Gulan", peyameke pîrozbahiyê arasteyî sernivîskar û xebatkarên kovarê kir û rola wê ya di warê neteweyî û pêkvejiyanê de bilind nirxand.

Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Nîsana 2026an, bi boneya salvegera damezrandina kovara Gulanê, peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku kovara Gulanê ji destpêka weşana xwe ve heta niha, li ser bingeha prensîbên neteweyî û niştimanî xebatên xwe meşandine.

Peyama Serok Barzanî 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Birêz sernivîskar û xebatkarên kovara Gulanê,

Bi boneya 32emîn salvegera derçûna kovara Gulanê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî sernivîskar, hemû xebatkarên kovara Gulanê û xwînerên we dikim.

Kovara Gulanê her ji destpêka damezrandina xwe ve, rêçikeke cuda di nav rojnamegeriya kurdî de peyrew kiriye û her dem mînbereke girîng bûye ji bo komkirina bîr û nêrînên cuda yên bijardeyên navxweya Kurdistanê, Iraq û derve. Her dem hewl daye ku li ser bingeha pabendbûna bi prensîpên neteweyî û niştimanî û rêzgirtina li hemû netewe û olên cuda yên Kurdistanê, giyanê lêborînê û pêkvejiyanê kûrtir bike.

Ez spasiya hewl û keda we dikim. Hêvîdar im hûn her dem pabendî prensîpên hizra neteweyî û niştimanî bin û di asta daxwazên gel û guherînên serdemê de bin. Serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
22ê Nîsana 2026an