Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê: Daxwaza ji bo waneyên kurdî zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê Tirkiyeyê Yusuf Tekin ragihand, daxwaza xwendekaran a ji bo dersên bijarte yên kurdî (kurmancî û zazakî) zêde bûye, lê tekez kir ku planeke wan a ji bo "perwerdeya bi zimanê dayikê" nîne.
Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekin, bersiva rexneyên parlamenterekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) da û derbarê dersên bijarte yên kurdî de agahiyên nû parve kirin. Tekin destnîşan kir, hejmara xwendekarên ku zaravayên kurmancî û zazakî hildibijêrin, sal bi sal zêdetir dibe.
Li gorî amarên ku Wezîr Yusuf Tekin aşkere kirine, daxwaza xwendekaran bi vî rengî zêde bûye:
- Kurmancî: Di sala xwendinê ya 2023-2024an de 21 hezar û 559 xwendekaran dersa kurmancî hilbijartibûn. Ev hejmar di sala 2024-2025an de derket 30 hezar û 862 xwendekaran.
- Zazakî: Di sala xwendinê ya 2023-2024an de 3 hezar û 244 xwendekaran ev ders hilbijartibûn, lê di sala 2024-2025an de ev hejmar gihîşt 4 hezar û 554 xwendekaran.
Tekin diyar kir, pirtûk û materyalên dersê yên ji bo polên 5, 6, 7 û 8an hatine amadekirin û bi awayekî bêberamber ji xwendekaran re tên dayîn. Her wiha destnîşan kir, ev pirtûk li ser bingeha rêzgirtina li pirçandiyê û redkirina her cure cudakariyê hatine amadekirin.
Wezareta Perwerdeyê aşkere kir, ji bo vekirina poleke dersa bijarte ya kurdî, divê herî kêm 10 xwendekar daxwaz bikin. Di rewşên ku li dibistanekê mamosteyê pispor nebe, wezaret ji dibistanên din mamosteyan peyda dike yan jî serî li damezrandina "mamosteyên biheqdest" dide, da ku xwendekar ji van dersan bêpar nemînin.
Tevî zêdebûna vê daxwazê jî, Wezîr Yusuf Tekin careke din tekez kir ku hikûmet naxwaze "perwerdeya bi zimanê dayikê" bike binyada sereke ya perwerdeyê û tenê wekî dersa bijarte piştgiriyê didinê.