Tirkiye bikaranîna sosyal medyayê ji bo zarokên di bin 15 saliyê re qedexe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê projeyasaya ku bikaranîna torên civakî (sosyal medya) ji bo zarokên bin di 15 saliyê re qedexe dike, pejirand. Ev pêngav bi armanca parastina zarokan ji metirsiyên cîhana dîjîtal hat avêtin.

Projeyasaya ku ji aliyê partiya desthilatdar ve hatibû amadekirin, piştî nîqaşên li parlamentoyê hat qebûlkirin. Li gorî vê qanûna nû, ji bo parastina zarok û ciwanan ji bandorên neyênî yên înternetê, çendîn sînor û rêzikên tund hatin danîn.

Li gorî yasayê, platformên sosyal medyayê neçar in ku ji bo bikarhênerên di bin 18 saliyê re "naveroka parzûnkirî" pêşkêş bikin. Herwiha divê kompanyayên sosyal medyayê berî vekirina her hesabekî, sîstemeke tund a "piştrastkirina temen" bikar bînin, da ku piştrast bin bikarhêner di ser 15 saliyê re ne.

Yek ji xalên din ên giring ên yasayê jî, sînorkirina bikaranîna înternetê ya di saetên şevê de ye. Ev sînor dê li ser wan amûrên (telefon, tablet hwd.) ku ji aliyê nûciwanan ve tên bikaranîn, were sepandin.

Tevî ku yasa hat pejirandin jî, hin alî rexneyan lê digirin. Bi taybetî derbarê sîstema piştrastkirina temen de, guman hene ku gelo kompanyayên teknolojiyê dê çawa karibin bi awayekî teknîkî û bi ewle temenê rastî yê zarokan diyar bikin.

Tirkiye piştî Awistralyayê dibe yek ji wan welatan ku sînorên wiha tund datîne. Awistralya di Mijdara 2024an de wek welatê pêşeng yasayeke wiha pejirandibû. Lê yasaya Awistralyayê hîn tundtir e; li wir temenê qedexeyê 16 salî ye û heke kompanyayên sosyal medyayê rê bidin zarokan, bi cezayê darayî yê giran (heta 33 mîlyon dolarî) rûbirû dimînin.