CENTCOM: 31 keştî hatine neçarkirin ku vegerin benderên Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hemû beşên artêşa wan li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin. Hevdem Amerîkayê dorpêça deryayî li ser Îranê tundtir kiriye û rojane zêdetirî 500 mîlyon dolar zirarê digihîne aboriya Tehranê.
CENTCOM îro Pênşemê, 23ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê platforma "X" ragihand, leşker, deryavan, hêzên deryayî (Marines), firokevan, parêzvanên fezayê û parêzvanên kinarên deryayî yên Amerîkayê li seranserî Rojhilata Navîn hatine bicihkirin. CENTCOMê tekez kir, ev hêz beşek in ji "biheztirîn û kujertirîn artêşa di dîroka cîhanê de."
CENTCOMê herwiha eşkere kir, di çarçoveya tundkirina dorpêçên li ser Komara Îslamî ya Îranê de, wan ferman daye 31 keştiyan ku vegerin benderên xwe an jî rêrewa xwe biguherînin. Hat diyarkirin ku piranîya van keştiyan petrolhilgir bûn û daxwazên artêşa Amerîkayê bi cih anîne.
Li gorî nûçeya rojnameya "Wall Street Journal", tê texmînkirin ku ev dorpêça deryayî rojane zêdetirî 500 mîlyon dolar zirarê digihîne aboriya Îranê. Ev pêngav wek beşek ji plana berfireh a rêveberiya Donald Trump a bi navê "Hêrsa Aborî" tê nirxandin ku armanca wê jikarxistina benderan û hişkkirina çavkaniyên darayî yên Tehranê ye.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand, hêzên deryayî dê dorpêça li ser benderên Îranê berdewam bikin. Bessent got: "Di çend rojên bê de depoyên li girava 'Xarg' dê tije bibin û ji ber vê yekê bîrên petrolê yên Îranê dê bêne girtin." Herwiha hişyarî da jî, her kes û keştiyek ku alîkariya Îranê bike, dê bi cezayên tund re rûbirû bimîne.
Ev rageşî di demekê de ye ku danûstandinên 12ê Nîsanê yên ji bo bidawîkirina şerê "Dastana Hêrsê" bê encam mabûn. Ev operasyon ji 28ê Sibatê ve ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatibû destpêkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihandibû ku wî biryar daye agirbesta bi Îranê re dirêj bike, heta ku Tehran pêşniyareke nû pêşkêş dike û danûstandin bidawî dibin. Amerîka wek şertê sereke yê aştiyê, daxwaz dike ku Îran uranyuma xwe ya dewlemendkirî radestî Washingtonê bike.