Akademîsyen: Rojnamegeriya kurdî stûna hişmendiya neteweyî ye

Diyarbekir (K24) – Panelek a Derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî de, Akademîsyenên Herêma Kurdistanê û Yên Zankoya Dîcleyê amaje kirin ku rojnamegeriya kurdî di warê hişmendiya neteweyî de kedek girîng û hêja didin. Di panelê de bal hate kêşan ku rojnamegeriya kurdî hem li aliyekê têkiliyên bi dîrokê re xurt dike hem jî li aliyekê xwe li gorî pêşketina tenolojiyê diguncîne.

Ji aliyê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Zankoya Dîcleyê ve bi Boneya 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ku Salvegera Çapa Yekem a Rojnameya Kurdistanê ye panelek hat li darxistin. Di panelê de hem behsa dîroka rojnamegeriya kurdî hat kirin hem jî behsa rola rojnamegeriya kurdî di hişmendiya neteweyî de hat kirin. Akademîsyenên beşdarî panele buyîn anîn zimên ku di warê nasameya kurdî de û gihandina pirsgirêkan de rojnamegeriya kurdî xwedî cihek hêja ye.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkun ji K24ê re got: “Çapemeniya Kurdî di warê nasnameya neteweyî de û peydabuna hişmendiya neteweyî de  xwedî rolek giring e.”

Akademîsyenê Zankoya Dîcle Zulkuf Ergun dibêje: “Çapemeniya Kurdî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di warê pêşîlêgirtina asîmîlasyonê de xwedî rolek giring e û di warê bikaranîna zimanê kurdî derfetek hêja ye.”

Di Panela Ji duh heta îro Rojnamegeriya Kurdî û karîgeriya wê de akademîsyenan bal kêşandin girîng e ku rojnamegeriya kurdî xizmetek rewşenbîrî bide û xwe li gorî pêşketina teknolojiye biguncîne jî.

Akademîsyen Rewan Subhî diyar kir: “128 sal berê bi derfetên kêm rojnamegeriya kurdî dest pê kir û niha xwe gihandiye cîhanê kul i gel hişê çêkirî jî xwe diguncîne.”

Akademîsyen Dirbas Mutesfa: “Ragihandina kurdî xwedî derfet û xebatên girîng e ku peyama rewşenbiriyê bigihîne nav civaka kurdî û civaka kurd şiyar bike.”

Akademîsyen  balê dikêşin ku çirûska Rojnameya Kurdistanê 128 sal in rêya çapemeniyê ronî dike û hem kurd bi şibakeyeke kurdî cîhanê dibînin û hem jî bo cîhanê didin nîşan.