Peyama Mesrûr Barzanî di salvegera bombebarankirina Qeladizê de
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera 52ê ya karesata Qeladizê de peyamek belav kir, û tê de got: “Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên Qeladizê û hemî şehîdên Kurdistanê ditewînin û bi rêz û şanazî ve wan bibîr tînin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser salvegera bombebarankirina Qeladizê belav kir.
Di peyama Mesrûr Barzanî de hat weşandin: "Di salvegera 52ê ya bombebarankirina Qeladizê de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên Qeladizê û hemî şehîdên Kurdistanê ditewînin û bi rêz û şanazî ve wan bibîr tînin."
Karesata Qeladizê wekî yek ji rûpelên herî bişewat ên dîroka gelê Kurdistanê tê naskirin. Di 24ê Nîsana 1974ê de, rejîma Beisê ya Iraqê bi awayekî hovîtî êrîşeke asmanî bir ser bajarê Qeladizê. Ev êrîş di demeke wesa de hat kirin ku şoreşa gelê Kurdistanê ji bo berevaniyê di lûtkeyê de bû û zanîngeh û navendên xwendinê ji Silêmaniyê bo Qeladizê hatibûn veguhastin, da ku ji bin destê dagirkeran rizgar bibin.
لە پەنجا و دووەمین ساڵیادی بۆردومانی قەڵادزێ لەلایەن ڕژێمی پێشووی عێراق، سەری ڕێز و نەوازش بۆ شەهیدانی قەڵادزێ و گشت شەهیدانی کوردستان دادەنوێنین و بە ڕێز و شکۆ وە یادیان دەکەینەوە.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) April 24, 2026