Iraqçî serdana Pakistan, Oman û Rûsyayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê ji bo nîqaşkirina rewşa deverê û bihêzkirina hevpeymaniyên stratejîk dest bi geşteke dîplomatîk a berfireh kir, ku serdana Îslamabad, Mesqet û Moskoyê dike.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî destpêkirina geştên xwe yên dîplomatîk ji bo welatên deverê û cîhanê ragihand, herwesa tekez kir ku siyaseta "cîrantiya baş" serpişka karên wezareta wan e.
Ebas Iraqçî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: "Geşta min bajarên Îslamabada paytexta Pakistanê, Mesqeta paytexta Seltenata Omanê û Moskoya paytexta Rûsyayê vedigire."
Navbirî herwesa gotiye: "Armanca sereke ya geşta min bihêzkirina peywendiyên dualî û şêwirîna xurt ligel hevparên stratejîk ên Îranê li ser pêşveçûn û guhertinên dawiyê yên deverê ye."
Wezîrê Derve yê Îranê tekez jî kir ku Tehran girîngiyeke taybet dide pêşxistina peywendiyên ligel welatên cîran û ev pirs jî serpişka karên wî welatî ye.
Medyaya Pakistanê jî her îro ji zarê Çavkaniyekê ji hikûmeta welatê xwe belav kiriye ku, biryar e Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îşev ligel şandekê bigihîje bajarê Îslamabadê yê paytexta Pakistanê.