Hizbullah: Danûstandinên Libnan û Îsraîlê serkeftî nabin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbullaha Libnanê Mehmûd Qematî, hişyariyek li ser "plana derve ya bo şerê navxweyî" da û ragihand, ew bi ti awayî danûstandina rasterast bi Îsraîlê re qebûl nakin.
Mehmûd Qematî, îro Şemiyê (25.04.2026) di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê, bersiva pirsên derbarê danûstandinên navbera Libnan û Îsraîlê de da ku bi navbeynkariya Amerîkayê li Washingtonê tên kirin.
"Danûstandina rasterast nayê qebûlkirin"
Qematî destnîşan kir, ew her cure danûstandina rasterast bi Îsraîlê re red dikin û got: "Ev pêngav wek naskirina dijmin tê dîtin û li dijî yasaya boykotkirina Îsraîlê ye ku ji aliyê parlamena Libnanê ve hatibû derxistin."
Qematî bal kişand ser wê yekê, Serokê Parlamena Libnanê Nebîh Birî jî li dijî danûstandina rasterast e û tenê piştgiriya proseyeke nerasterast dike. Herwiha wî berpirsê Hizbullahê diyar kir, danûstandinên niha serkeftî nabin, ji ber ku hikûmeta Libnanê "bêyî ti xalên bihêz" ketiye nav vê proseyê.
Hişyariya ji şerê navxweyî
Mehmûd Qematî hişyarî da, planên derekî hene ji bo derxistina tevlîheviyeke navxweyî li Libnanê. Herwiha Qematî Serokê Amerîkayê Donald Trump wekî "hevparê kuştina welatiyan" binav kir û got ku ew "dijminê me ye."
Derbarê çekên Hizbullahê de jî got, ev mijar "tenê di navbera hêzên navxwe û artêşa Libnanê de" tê çareserkirin û ew rê nadin ti destwerdanên biyanî.
Trump Agirbest dirêj kir
Ji aliyê din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh 24ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê "Truth Social" ragihand, wî li Koşka Spî bi nûnerên Îsraîl û Libnanê re civînek pêk aniye. Trump diyar kir, Amerîka amade ye piştgiriya serweriya Libnanê li dijî Hizbullahê bike. Di encama vê civînê de, biryar hat girtin ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê 3 hefteyên din were dirêjkirin.
Tevî ku agirbesta ku berî nêzîkî du hefteyan e hatibû ragihandin jî, her du alî rojane agirbestê binpê dikin; Îsraîl pêgehên Hizbullahê bombebaran dike û Hizbullah jî bi mûşek û dronan bersivê dide.
Beşdariya Hizbullaha Libnanê di şerê Îranê de
Rageşiya navbera Hizbullah û Îsraîlê, piştî 28ê Sibata 2026an gihîşt lûtkeyê, dema ku Amerîka û Îsraîlê li Tehranê êrîşeke asmanî kirin û Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî kuştin. Hizbullahê di 2ê Adara 2026an de ragihand, ew wek piştgiriya Îranê dikeve nav şer û tenê di meha Adarê de Hizbullah û Îranê bi hev re zêdetirî 850 êrîşên mûşekî û dronî birin ser Îsraîlê.