Şaredariya Hewlêrê: 39 hezar parçe zevî li ser karmendan hatine dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî ragihand, di çarçoveya proseya dabeşkirina zeviyan de li paytextê, heta niha 39 hezar parçe zevî li karmendan hatine.

Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî îro 25ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re, hûrgiliyên nû yên dabeşkirina zeviyan li ser karmendan aşkere kirin. Hadî diyar kir, ji bo Hewlêrê 128 hezar parçe zevî hatine diyarkirin û heta niha 39 hezar parçe jê hatine dabeşkirin.

Karzan Hadî mizgînî da karmendên ku zeviyên wan di sînorê şaredariya Hewlêrê de ne û got: "Kêşeyên yasayî yên girêdayî 'zeviyên bulgarî' hatine çareserkirin. Ew karmand ku zevî bi ser wan de hatine dabeşkirin, dikarin serdana me bikin, da ku tomara xwedîtiyê (Tapû) li ser navê xwe derxînin."

Derbarê xizmetguzariyan de jî, Hadî destnîşan kir ku cihê zeviyan li ser masterplana Hewlêrê li herêma "Çawê Aw" a li ser rêya Hewlêr-Dihokê hatiye diyarkirin û li gorî budceyê dê xizmetguzariyên seretayî (rê, av, kehreba) werin peydakirin.

Rewşa dabeşkirina zeviyan li parêzgehên din:

Proseya dabeşkirina zeviyan li seranserî Herêma Kurdistanê bi vî rengî berdewam dike:

- Silêmanî: Di du qonaxan de, 20 hezar parçe zevî hatine dabeşkirin û amadekarî ji bo qonaxa sêyem tên kirin.

- Dihok: Heta niha 6 hezar parçe zevî hatine belavkirin û di demeke nêz de 5 hezar parçeyên din jî dê werin dabeşkirin.

- Zaxo: Di qonaxa yekem de 4,747 parçe zevî hatine dayîn. Ji bo qonaxa duyem navên 13 hezar karmendan hatine pejirandin.

- Soran: Qonaxa yekem li navçeya Rewandizê dest pê kir û 500 parçe zevî hatin belavkirin.

- Helebce: Prose hîn dest pê nekiriye, lê amadekarî hatine kirin ku di demeke nêz de zevî bi ser 558 mamoste û karmendan de werin dabeşkirin.

- Germiyan: Ji bo 25,920 parçe zeviyan amadekarî hene. Niha karê guhertina zeviyên çandiniyê bo yên niştecîhbûnê û qerebûkirina cotkaran berdewam e.