Li Almanayayê hunermendekî Kurd pêşangeheke şêwekarî vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê şêwekar ê Kurd Behaydin li bajarê Manhaymê yê Almanayayê pêşangeheke hunerî ya taybet vekir, ku tê de bi rêya sembola "pêlistankan" (hechecokan) peyamên azadî, hevî û aramiya navxweyî pêşkêşî bîneran dike.
Behaydin ji Kurdistan24ê re ragihand ku berhemên wî ji bo dîtina cîhaneke baştir bizavek e, ku tê de mirov û xweza tena dijîn. Ev pêşangeha, ku di 24ê Nîsanê de hatiye vekirin, dê mehekê li ber bîneran vekirî bimîne.
Hunermendê şêwekar ê Kurd Behaydin duhî (Şemî, 25ê Nîsana 2026ê) li ser vekirina pêşangeha xwe ji Kurdistan24ê re ragihand: "Tabloyên di nav vê pêşangehê de bi awayekî hunerî û sembolîk bîner dibin nav cîhanekê ku tê de pêlistank (hechecik) wekî nîşana azadiyê, heviya vegerê û vedîtina sînoran berçav dibin. Navnîşanê wê pêşangehê amaje ye ji bo vedîtina cîhaneke baştir; cîhanek ku tê de mirov û xweza bi aramî pêkve dijîn."
Behaydin herwesa got: "Ev pêşangeh bizavê dike ku bi rêya tablo û rengên zindî behsa xewnên mirov, hizreta aştiyê û peywendiya di navbera can û bedewiya xwezayê de bike. Pêlistank di gelek çandan de nîşana bihar, nûbûn û vegera jiyanê ye, lewma li vê derê wekî hêviyeke nû hatiye nîşandan."
Hunermendê şêwekar bal kişand ser giringiya vekirina pêşanmgeha xwe û got: "Ev pêşangeh ne tenê behsa cihekî xeyalî dike, belkî lêgerînek e li pey aramiya navxweyî û hevsengiya derûnî. Yanî min bizav kiriye ku peyamekê bigihînim ku mirovan pêdivîtî bi azadiya derve û azadî û aramiya navxweyî jî heye."
Ev pêşangeha hunerî li bajarê Manhaymê yê welatê Almanayayê di roja 24ê Nîsana 2026ê de hatiye vekirin û dê mehekê berdewam be.
Behaydin hunermendekî Kurd ê xelkê bajarê Silêmaniyê ye û li Almanayayê dijî. Ew hunermendekî li ser asta navneteweyî berçav ê çalak e û berhemên wî projeyên nîgarkêşî, hunera grafîk, peykersazî û hunera giştî vedigirin.
Behaydin bi bikaranîna rengên diyarkirinê, sembol û pêkhateyên wêneyî yên vegêranê navdar e, ku tê de ezmûnên xwe yên kesî bi mijarên gerdûnî re têkel dike.