Almanaya: Rûsyayê êrîşa elektronîkî kiriye ser berpirsên bilind ên hikûmetê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsên Almanayayê Rûsya bi wê yekê tohmetbar kir ku li pişt wan êrîşên elektronîkî ye yên ku perlemanter û berpirsên bilind ên Hikûmeta Almanyayê kirine armanc; bi taybetî ew kesên ku sepana peywendiyê ya "Signal"ê bi kar tînin.

Çavkaniyeke hikûmetê li Almanayayê îro (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) got: "Hikûmeta Federal li wê bawerê ye ku ew êrîşa elektronîkî ya ku xizmeta şandina nameyan a 'Signal'ê kiribû armanc, bi îhtîmaleke pir mezin ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kirin." Eşkere jî kir ku, her ji niha ve ew êrîş hatiye rawestandin.

Lêkolîn li ser armanckirina Seroka Perlamentoyê hat destpêkirin

Ji aliyekî din ve jî, Dozgeriya Giştî ya Almanayayê roja Înê bi awayekî fermî dest bi lêkolîna wan êrîşan kir ên ku parlamanterên gelek partiyên cuda kirine armanc, wekî Seroka Parlamentoya Almanayayê û endamekî diyar ê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kirîstiyanan (CDU) hene. Ji bilî parlamenteran, wan êrîşan fermanberên hikûmetê, dîplomatkar û rojnamevan jî vegirtine.

Ev alozî di demekê de ye ku Almanaya, wekî mezintirîn piştgira leşkerî ya Ukraynayê li Ewropayê, ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê li sala 2022ê ve, rûbirûyî zêdebûna êrîşên elektronîkî û bizavên sîxurî û têkderiyê bûye.

Moskoyê jî ji aliyê xwe ve ev tomet bi tundî red kirin û ragihand ku ti peywendiya wan bi van êrîşan re nîne.