Fîlmê Kurdî "Erdê Qijikan" li Cezaîrê di pêşbirkê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Kurtefîlmê "Erdê Qijikan" ê derhêner Mihemed Husên tevlî Festîvala Sînemaya Hevçerx a Cezaîrê dibe û di pişka pêşbirkê de ji bo wergirtina xelatên sereke bizavê dike. Ev fîlm bi çîrokeke kûr a derûnî û civakî ronahiyê dixe ser mîrata stem û bêdengiya civakê, ku biryar e di Hezîrana îsal de li Cezaîrê bê nîşandan.
Derhênerê kurtefîlmê Kurdî yê bi navê "Erdê Qijikan" Mihemed Hisên ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev festîval li herêma bajarê Elmayê ya parêzgeha Setîfê ya Cezaîrê bi navnîşanê 'Gava wêne diaxive' tê lidarxistin. Endamên wê yên rêkxistina fîlmê me eciband û niha di pişka pêşbirkê de ye. Ez hêvî dikim ku em bikaribin xelateke taybet di vê festîvalê de bi dest bixin."
Mihemed Hisên li ser felsefeya fîlmê xwe got: "Ev kurtefîlm çîrokeke kûr a derûnî û civakî ye, ku tê de mirov ligel dema xwe ya borî şer dike. Çîrok li devereke dûr û tena dest pê dike; cihek ku li ber çavan hêmin e, lê di bin wê aramiyê de tirs û nehênî veşartine. Gava her sibeh qijik li ser banan û darên hişk kom dibin, xelk wê yekê wekî nîşana rûdaneke nexweş dibîne."
Mîrata tirs û bêdengiyê
Navbirî bal kişand ser naveroka fîlm û diyar kir: "Lehengê fîlm mêrek e ku piştî çend salan vegeriyaye ser axa xwe. Wî ji zarokatiya xwe ve bîranîneke bitirs bi xwe re hilgirtiye; windabûna kesekî malbatê an rûdaneke xwînawî ku ti kesek behsa wê nake. Gava vedigere, ew dibîne ku xelkê wê deverê hîn jî bi tirs dijîn û her kes tiştekî di dilê xwe de vedişêre."
Derhêner amaje jî da: “Ev zilam di dema lêkolîna xwe de fêm dike ku pirsgirêk ne tenê windabûna kesekî belkî rêzek ji stem, xiyanet û bêdengiya civakê bûye. Qijik di vî fîlmî de ne tenê balinde belkî sembola wijdanê jî ne; ew tiştê ku mirov her çiqas bizavê bike jî nikare jê bireve."
Zanyarên li ser fîlm û festîvalê:
Kurtefîlmê "Erdê Qijikkan" ji derhênana Mihemed Hisên e û tê de Saman Mihemed, Serko Fetah û Bîlal Mihemed rolên sereke dilîzin. Fîlm dê tevlî Festîvala Sînemaya Hevçerx a Cezaîrê bibe, ku biryar e li roja 6ê Hezîrana 2026ê bê destpêkirin û 5 rojan berdewam be.