Waşinton bo K24: Êrişên milîsan bandorê li peywendiyên me û Bexdayê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya Kurdistan24ê hişyariyeke tund da hikûmeta Iraqê û daxwaza hilweşandina yekser a milîsên ser bi Îranê ve kir. Pigott diyar kir ku hebûna penageha siyasî û darayî ji bo van komên çekdar di nav hinek aliyên hikûmeta Iraqê de peywendiyên Waşinton û Bexdayê dixe bin xeterê û tekez kir ku Amerîka dê tu êrişekê ji bo ser berjewendiyên xwe qebûl neke.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott îro (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) di bersiva pirseke Kurdistan24ê de diyar kir; her çend ew haydarî bizavên hêzên ewlehiyê yên Iraqê ne ji bo rûbirûbûna êrişên terorîstî, lê "şikesta berdewam" a hikûmeta Bexdayê di rêgirtina li wan êrişan de ji bo wan cihê nîgeraniyeke kûr e.
Tometbarkirina hinek aliyên nav hikûmeta Iraqê
Berdevkê Wezareta Derve bi eşkere hinek aliyên nav hikûmeta Iraqê tometbar kirin û got: "Hinek aliyên peywendîdar bi hikûmeta Iraqê re li ser pêşkêşkirina piştgiriyê û penageha siyasî û darayî ji bo komên çekdar ên girêdayî Îranê ve berdewam in. Vê yek jî dê bandoreke gelek nerênî li ser peywendiyên Amerîka û Iraqê hebe."
Pigott di pareke din a axaftina xwe de jî tekez kir: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tu êrişekê li ser berjewendiyên xwe qebûl nake. Em li bendê ne ku hikûmeta Iraqê yekser hemî rêkaran bi cih bîne, ji bo hilweşandina wan komên milîsên ku li Iraqê ji bo berjewendiya Îranê kar dikin."
Paşxaneya êrişan û gefên milîsan
Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku; piştî serhildana şerê Îranê li dawiya Sibata 2026ê, milîs û komên çekdar ên Iraqê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, wekî piştgiriyekê ji bo Tehranê her roj êriş dikirin ser balyozxane, konsulxane û bingehên serbazî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Her çend agirbesta şer hatiye ragihandin, lê ew komên çekdar berdewam gefan dikin ku eger êrişî Îranê bê kirin, vê carê dê ji berê tundtir êrişî berjewendiyên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Iraqê û welatên deverê bikin.