Siltanê Omanê peyamekê dide Wezîrê Derve yê Îranê

Heysem bin Tariq û Ebas Iraqçî
Heysem bin Tariq û Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Siltanê Omanê û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan û li ser pêşhatên dawiyê yên deverê û bizavên navbeynkariyê ji bo bidawîanîna duberekiyan nîqaş kirin. Herwesa giringiya bikaranîna dîplomasiyê û çareseriya aştiyane jî hat tekezkirin.

Ajansa Nûçeyan a Omanê belav kiriye ku Siltanê Omanê Heysem bin Tariq, îro (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) li Koçka "Bereke"yê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî kir.

Li gorî eynî çavkaniyê, "Di wê hevdîtinên de li ser pêşhatên dawiyê yên deverê û bizavên navbeynkariyê ji bo bidawîanîna rûbirûbûnan şêwir hat kirin. Heysem bin Tariq guhdariya nêrînên aliyê Îranî kir, herwesa Ebas Iraqçî jî guhdariya nêrînên Siltan kir, ji bo piştgirîkirina wan bizavan bi armanca gihîştina bi çareseriyeke siyasî ya herdemî."

Siltanê Omanê amaje bi wê yekê da ku, giring e ku zimanê diyalog û dîplomasiyê di çareserkirina pirsan de serdest be, daku aştî li deverê bê çespandin.

Ebas Iraqçî jî ji aliyê xwe ve ragihand ku welatê wî rêzê li helwestên Mesqetê yên di piştgirîkirina diyalog û bizavên ewlehiyê û tenahiyê li Rojhilata Navîn de digire, bi taybetî di arêşeyên herêmî yên niha de.

Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Buseîdî û Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî û çend berpirsên din jî di wê civînê de amade bûn.

Ev jî di demekê de ye ku Iraqçî duhî (Şemî, 25ê Nîsana 2026ê) danê êvarê gihîşt Mesqeta paytexta Omanê; piştî ku li Îslamabadê peyamên Îranê gihandibûn aliyê Pakistanî daku bigihînin berpirsên Amerîkayê. Herwesa biryar e her îro careke din vegere Îslamabadê û piştre serdana Moskoyê bike.

Armanca sereke ya Iraqçî ji van hemî serdanan, wekî ku wî bi xwe pêştir di peyamekê de li ser tora civakî ya "X"ê ragihandibû, bidawîanîna wî şerî ye yê ku "Amerîka û Îsraîlê li ser welatê wan sepandiye."