Artêşa Îsraîlê fermana valakirinê dide 7 bajarokên başûrê Libnanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ji bo niştecîhên heft bajarokên li bakurê çemê Lîtanî yê li başûrê Libnanê fermana "çolkirina bilez" derxist.
Artêşa Îsraîlê îro 26ê Nîsanê bi daxuyaniyekê daxwaz ji niştecîhên bajarokên (Mifdûn, Şûkîn, Yehmir, Ernûn, Zoter û Kefer Tîbnît) kir ku demildest malên xwe bicih bihêlin û ber bi herêmên bakur ve biçin.
Li gorî hatiye belavkirin, artêşa Îsraîlê şeva borî li bajarokên Qentere û Teybe çendîn operasyonên teqandin û rûxandina avahiyan pêk anîn. Di heman demê de, firokeyên şer li ser asmanê bajarokê Mensûrî belavok avêtin û tê de hişyarî dan welatiyan ku neçin 76 gund û bajarokên li başûrê Libnanê.
Her ji serê sibê ve, topbarana artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Şema berdewam kir. Herwiha rêzeêrîşên asmanî li ser bajarokên Hedese, Bazûriye, Şeîtiye û Qelîle hatin pêkanîn.
Ji ber van geşedanên ewlehî û leşkerî, careke din pêleke koçberiyê ji başûrê Libnanê dest pê kir. Rêyên sereke yên di navbera bajarên Sûr û Seyda ber bi Beyrûta paytext ve, rastî qerebalixiyeke zêde ya trafîkê hatin; bi hezaran malbat ji tirsa êrîşan herêmên xwe bicih dihêlin.
Ev alozî di demekê de ne, roja 16ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî zincîreke gotûbêjên ligel serokên Libnan û Îsraîlê ragihandibû ku her du alî gihîştine peymaneke fermî ji bo agirbesteke 10 rojî. Armanca wê agirbestê amadekirina zemînekê bo aştiyeke herdemî bû.