Trump: Heke Îranî danûstandinan dixwazin, bila peywendiyê bi min re bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Donald Trump aşkera kir, di nava wan kesên li ser dosyaya Îranê pê re danûstandinê dikin de, hinek "aqilmend û têgehiştî" ne, lê hinekên din ne di wê astê de ne. Trump herwiha tekez kir ku şerê bi Îranê re ber bi dawiyê ve diçe û Amerîka dê wekî serkeftî jê derkeve.

Serokê Amerîka Donald Trump îro 26ê Nîsanê di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News" derbarê rageşiya bi Tehranê re, rewşa aboriya Îranê û hilweşandina geşta şandeya xwe ya bo Pakistanê daxuyaniyên giring dan.

Trump di peyama xwe de ji Tehranê re got: "Heke Îranî danûstandinan dixwazin, dikarin peywendiyê bi min re bikin. Hemû kart di destê me de ne, lê divê em rê li ber wan bigirin ku nebin xwedî çekên atomî, ji ber ku ew ê cîhanê bixin metirsiyê."

Serokê Amerîka hêvî xwast ku serkirdayetiya Îranê "hinek hişmendî û zîrekiyê" nîşan bide û hişyarî da ku heke Îran bibe xwedî çeka atomî, dê di nava çend xulekan de Îsraîlê wêran bike.

Trump bal kişand ser wêranbûna aboriya Îran û Venezuelayê ya ji ber dorpêçên Amerîkayê û got: "Binêrin me çi anî serê wan, ew niha wêran bûne."

Trump destnîşan kir ku ji ber dorpêçên aborî û blokekirina keştiyên petrolê, pîşesaziya petrola Îranê rûbirûyî karesateke teknîkî û jîngehî ya mezin bûye. Trump got: "Gava rêjeyeke mezin a petrolê di nav sîstemê de dimîne û cihê çûnê nebe, sîstem ji hundir ve diteqe. Heke hewl bidin piştî vê karesatê sîstemê tamîr bikin jî, tenê dikarin %50 ê şiyana xwe ya berê vegerînin."

Serokê Amerîka derbarê hilweşandina geşta nûnerên xwe ya bo Îslamabadê de got: "Ez pir rêzê li Serokwezîr û Fermandarê Artêşa Pakistanê digirim, lê min ti sûd di wê de nedît ku ez şandeya xwe ji bo geşteke 18 saetan bişînim, tenê ji bo ku li wir rûnên û tiştekî nekin."