Tenduristiya Libnanê: Di 2 mehên borî de zêdetir ji 2500 kesan hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand, di encama êrîşên nû yên Îsraîlê li ser başûrê welat de, 14 kes hatin kuştin. Ev êrîş di demekê de ne ku peymana agirbestê ya navbera her du aliyan di van dawiyan de hatibû nûkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand, di encama êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê de, duh 26ê Nîsanê, 14 Libnaniyan canê xwe ji dest dan ku di nav wan de 2 zarok û 2 jin hene. Herwiha 37 kesên din jî birîndar bûn.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand, di encama şer û pevçûnên li başûrê Libnanê de, serbazekî wan ê bi pileya "reqîb" hat kuştin û 6 serbazên din jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nava birîndaran de efserekî artêşê jî heye.
Beriya van êrîşan, artêşa Îsraîlê daxwaz ji niştecîhên 7 gundên li bakurê çemê Lîtanî kiribû ku malên xwe bilez vala bikin. Îsraîl bi hinceta ku Hizbullahê peymana agirbestê binpê kiriye, êrîşên xwe yên asmanî û bejayî li ser herêmê berfireh kirin.
Amara giştî ya qurbaniyan
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê amara giştî ya şerê ku ji meha Adarê ve dijwar bûye, bi vî rengî eşkere kir:
Ji 2ê Adara 2026an heta 26ê Nîsanê, di encama êrîşên Îsraîlê de:
- 2509 kesan jiyana xwe ji dest dane.
- 7755 kes jî birîndar bûne.
Tevî hewildanên navdewletî û ragihandina agirbestê, rageşiya li ser sînorê Libnan û Îsraîlê berdewam dike û her roj qurbaniyên nû yên sivîl dikevin amarên fermî.