Amerîkayê xelata 10 milyon dolarî bo girtina Heyder Seîdî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya bernameya "Xelat ji bo Dadperweriyê" (Rewards for Justice), 10 milyon dolar wek xelat ji bo her kesê ku zanyarên hûr li ser cih an jî çalakiyên "Heyder Mezher Melek Seîdî" bide diyar kirin. Navbirî serkirdeyê komeke çekdar a nêzîkî Îranê ye û bi kuştina serbazên Amerîkayî û welatiyên sivîl tê tometbarkirin.

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê; Heyder Seîdî, ku wekî "Heyder Xerawî" jî tê naskirin, sekreterê giştî yê "Bizava Ensarulaya El-Ewfiyayê" (HAAA) ye. Waşinton vê komê wekî rêxistineke "terorîst" pênase dike ku li Iraqê binecih bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku Seîdî û koma wî ji van kiryaran berpirsiyar in:

- Kirina êrîşên li ser dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê li Iraqê.
- Êrîşkirina li ser bingehên leşkerî û karmendên Amerîkayî li Iraq, Urdin û Sûriyeyê.
- Kuştina serbazên Amerîkayî û welatiyên sivîl ên Iraqî.
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji welatiyan kiriye ku ji bo girtina vî kesî alikariya wan bikin û ragihand ku her zanyarek hebe, ew dikarin bi rêya sepana "Signal"ê an jî lînka taybet a "Tor"ê bi rengekî veşartî bişînin. Herwesa hat diyarkirin ku dibe mafê veguhestina ji bo cihekî aram (Relocation) û wergirtina xelatên darayî ji bo kesên zanyaran didin hebe.

Ev pêngava Waşintonê di demekê de ye ku îdareya Trump zextên ewlehî û hewalgiriyê li ser serkirdeyên wan komên çekdar tundtir kiriye, yên ku li deverê xeterê li ser hêzên Amerîkayê çê dikin.