Hisên Enkûşî bo K24ê: Elî Zeydî bû berbijarê fermî yê Serokwezîriya Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamenterê Iraqê Hisên Enkûşî ji K24ê re eşkere kir ku Elî Zeydî bi piştgiriya aliyên Çarçoveya Hevahengiyê bûye berbijarê fermî yê Serokwezîriya Iraqê. Biryar e her îro Mersûma Komarî bo pêkanîna hikûmetê ji aliyê Serokkomar ve radestî wî bê kirin.
Parlamenterê Iraqê Hisên Enkûşî îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Elî Zeydî bi rêya wergirtina 12 dengên aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de bi rengekî fermî bûye berbijarê vê hevpeymaniyê ji bo wergirtina posta Serokwezîrê Iraqê.”
Enkûşî bal kişand ser wê yekê ku pêngav hatine lezkirin û biryar e her îro Elî Zeydî ji aliyê Serokkomarê Iraqê ve mersûma erkdarkirinê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê werbigire.
Çavkaniyeke haydar jî eşkere kir ku, ji bo gihîştina bi vê lihevkirina dawiyê, niha civîneke girîng li mala Falih Feyaz bi rêve diçe. Di wê civînê de, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî amade ne, daku hûrgiliyên dawiyê yên li ser berbijarkirina Elî Zeydî û piştgirîkirina wî di nav parlamentoyê de nîqaş bikin.
Elî Zeydî kî ye?
Navê wî yê temam: Elî Şakir Mehmûd Zeydî.
Bûn: Sala 1978ê li Bexdayê bûye.
Asta xwendinê: Xwediyê bawernameya PhD ye bi Qanûna Giştî – Pişka Qanûna Destûrî.
Nasnameya siyasî: Wekî kesatiyekî serbixwe û teknokrat tê naskirin. Herçend endamê tu partiyeke di nav Çarçoveya Hevahengiyê de nîne jî, lê wekî berbijarekî bêalî cihê baweriya piraniya serkirdeyên wê hevpeymaniyê ye.
Karên din: Xwediyê kanala "Dicle"yê, rêzemarketên "Hyper Market" û Banka "Cinûbiye"yê ye.