Putin: Em dê her tiştî bo berjewendiya Îranê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Îranê de ragihand ku her çi ji destê Moskoyê bê, dê ji bo berjewendiya Îranê û garantîkirina aştiyê li deverê biuke. Putin eşkere jî kir ku peyamek ji Rêberê Bilind ê Îranê wergirtiye û tekez li ser piştgiriya welatê xwe ji bo gelê Îranê di vê qonaxa dijwar de kir.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) di dema pêşwazîkirina Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî de ragihand: "Her çi di şiyana Rûsyayê de hebe, dê ji bo berjewendiya Îranê û welatên din ên deverê bike, bi merema garantîkirina aştiyê li Rojhilata Navîn di nêzîktirîn demê de."
Serokê Rûsyayê eşkere jî kir ku peyamek ji aliyê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xaminêyî ve gihîştiye wî û got: "Gelê Îranê bi wêrekî û qehremaniyê ji bo serweriya welatê xwe şer dike."
Vladimir Putin amaje bi wê yekê jî kir ku Mosko dixwaze gelê Îranê bikare ji vê qonaxa dijwar derbaz bibe û aştî û aramî li wî welatî binecih bibin.
Ev civîna Putin û Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku dever di rewşeke hestiyar û aloz de derbaz dibe û bizavên navneteweyî ji bo kêmkirina aloziyan berdewam in.