Nirxê Tûmen daketineke dîrokî tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî du mehên binecihbûnê, nirxê Tûmenê Îranî li hember Dolar bi rêjeyeke berçav daket û rekoreke nû di dîroka xwe de tomar kir. Li bazarên Taranê, nirxê 100 Dolarên Amerîkayî 18 mîlyon Tûmen derbaz kirine.

Beriya destpêkirina şer di 28ê Sibata îsal de, Tûmen nizmtirîn nirxê xwe li beranberî Dolar tomar kiribû ku wê demê her Dolarek gihîştibû 166 hezar Tûmenan. Herçend di du hefteyên pêşîn ên şer de nirxê Tûmen bi rêjeya 13% bilind bûbû, lê nekarî li ser wê astê bimîne û dîsa ber bi daketinê ve çû.

Paşî Tûmen nekarî wê nirxa xwe biparêze û ber bi daketinê ve çû, lê serederî her di bin wî nirxê ku berî şer tomar kiribû de serederî pê re dihat kirin. Ji êvara duhî (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) ve, daketina Tûmen leztir bûye û niha her Dolare bi 18 mîlyon û 75 hezar Tûmenan tê firotin.

Pisporên aborî çend xalan wekî sedemên sereke yên vê rewşê dibînin:

- Şikestin danûstandinan.
- Berdewamiya girtina Tengava Hurmizê.
- Dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Îranê.
- Kêmbûna dahata petrolê.

Krîza aborî û zêdebûna bêkariyê

Tê pêşbînîkirin ku nirxê Tûmen hîn zêdetir jî dakeve; ji ber ku sûkên pereguheran li Îranê zêdetir ji du mehan in ku girtî ne û bi sedan hezar kes bêkar mane. Enflasyon di asta xwe ya herî bilind a dîrokî de ye û rewşeke pir xirab a aborî bi ser Îranê de zal bûye.