Amerîka bo K24ê: Divê milîsên Iraqê bên hilweşandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiveke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku armanca wan a hevpar ligel Iraqê pêşxistina ewlehiyê û avakirina ewlehî û paşerojeke xweş e.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Armanca me ya hevpar parastina serweriya Iraqê ye û em piştevaniya gelê Iraqê dikin."
Wezareta Derve di bersiva xwe de bal kişand ser astengiyên li pêşiya peywendiyan û tekez kir, ku ji bo pêşvebirina peywendiyên ligel Iraqê, divê mîlîs bên hilweşandin.
Wezaretê navbirî amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka û Iraq di xaleke hevpar de digihîjin hev, ew jî xurtkirina asayîşê û dabînkirina jiyaneke bixêr û xweş ji bo hemî welatiyan e.