Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz pêşhatên Iraq û deverê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Heşda Şeibî guhertin û pêşhatên dawiyê yên Iraq û deverê nîqaş kirin, herwesa tekez li ser pêkanîna hikûmetekê kir ku rêzê li qewareya destûrî û mafên xelkê Kurdistanê bigire.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de rewşa giştî û guhertin û pêşhatên siyasî û ewlehî yên Iraq û deverê hatin nirxandin. Di pareke din a danûstandinan de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser bizavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê li hev guhertin.

Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz tekez li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke xizmetkarî kir, ku daxwazên hemî pêkhateyên Iraqê bi cih bîne û rêzê li qewareya destûrî û mafên gelê Kurdistanê bigire.