Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Dewleta Îmaratê û ji aliyê Şêx Mihemed bin Hemed Al Nehyan ve pêşwaziya wî hat kirin. Biryar e ku Nêçîrvan Barzanî di vê serdanê de bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan û hejmareke berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive û gelek pirsên stratejîk bi wan re nîqaş bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) bi serdaneke fermî gihîşt Ebuzebî, paytexta Dewleta Îmaratê, û li Balafirgeha Navdewletî ya Ebuzebî ji aliyê Şêx Mihemed bin Hemed Al Nehyan ve pêşwaziya wî hat kirin.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, biryar e ku di vê serdanê de Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan û hejmareke berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive û gelek pirsên stratejîk bi wan re nîqaş bike, ku ya herî sereke jî pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de ye.

Ev serdana Serokê Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku dever rûbirûyî qebxwaziyên ewlehî û siyasî yên mezin bûye. Tê çaverêkirin ku di wan civînan de tekez li ser parastina tenahî û ewlehiya deverê û herwesa berfirehkirina sektorên veberhênan û aboriyê bê kirin, ku herdem wekî pareke giring ji peywendiyên kevn ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de serederî pê re tê kirin.