Turkish Airlines, Pegasus û Qatar Airways dest bi geştên xwe dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku ji hefteya duyê ya meha Gulanê pê ve, balafirên Turkish Airlines, Pegasus û Qatar Airways geştên xwe ji bo Kurdistanê nû dikin.
Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Her du hêlên asmanî yên Tirkiyeyê, Turkish Airlines û Pegasus, li roja 8ê Gulana 2026ê dest bi geştên xwe yên asmanî ji bo Balafirgeha Hewlêrê dikin."
Geştên Qatar Airways jî dest pê dikin
Ehmed Hoşyar amaje bi wê yekê jî kir ku kompaniya Qatar Airways jî amadekariyên xwe temam kirine û biryar e li roja 10ê Gulana 2026ê dest bi geştên xwe yên asmanî ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bike.
Destpêkirina geştên van sê hêlên asmanî dê giringiyeke zêde ji bo kerta geştiyarî û bazirganî ya Herêma Kurdistanê hebe. Ev pêngav dê hêsankariyeke mezin ji bo wan geştiyaran bike yên ku bi rêya Balafirgeha Hewlêrê geştên xwe yên derveyî welat dikin.