CENTCOM keştiya şer a Masonê li Rojhilata Navîn binecih dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya wêranker a bi navê "Mason"ê, ku girêdayî koma George H.W. Bush e, li nav avên deverê û li nêzîkî Îranê hatiye binecihkirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) ragihand ku keştiya şer a "USS Mason DDG 87" li nav avên deverê û di çarçoveya sînorê berpirsyariya CENTCOMê de dest bi erkên xwe kiriye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, keştiya şer bi navê “Mason”ê ligel çend wêrankerên din parek ji koma êrîşber a keştiya balafirhilgir a "George H.W. Bush" in.
Stratejiya Trump: Dorpêç li şûna bombebaranê
Ev liv û tevgera leşkerî ya Amerîkayê di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump stratejiya dorpêça deryayî wekî rêyeke ji bombebaranê bibandortir dibîne, daku Îranê neçar bike ku vegere ser maseya nîqaşê û bi lihevkirinekê razî be ku nîgeraniyên Waşintonê li ser bernameya atomî nehêle.
Trump di daxuyaniyekê de ji malpera "Axios"ê ya Amerîkayî ragihandibû: "Îran dixwaze ji bo rakirina dorpêçê bigihîje lihevkirinê, ji ber ku nikare petrolê hinarde bike. Îranî dixwazin ez dorpêçê li ser wan rakim, lê ez naxwazim vê yekê bikim û naxwazim ew bibin xwediyên çekê atomî."
Bandora li ser Tengava Hurmizê
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, ku di 28ê Sibata 2026ê de hat destpêkirin, bû sedema girtina kiryarkî ya Tengava Hurmizê, ku giringtirîn rêya veguhastina petrol û gazên cîhanê ye. Wê yekê jî bandoreke mezin li ser hinardekirina petrola Kendavê ji bo welatên Asya û Ewropayê kiriye û kiryarên petrolê neçar kirine ku li pey çavkaniyên pêguherk bigerin.