Numan Kurtulmuş: Veger ji Pêvajoya Aştiyê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, pêvajoya aştiyê baş bi rêve diçe û ev kar êdî ketiye ser rêyê; lewma vegera wê nîn e. Kurtulmuş hişyarî da ku eger ev pêvajo nîvco bimîne, dê Tirkiye berdêl û baceke gelekî giran bide.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li ser pirsên rojnamevanan derbarê geşedanên herî dawî yên "pêvajoya aştiyê" de diyar kir, her tişt li gorî plana ku di raporta komîsyona parlamentoyê de hatî diyarkirin, bi rêve diçe.

Kurtulmuş destnîşan kir ku divê pêvajoya çekdanînê bi biryardarî berdewam bike, daku di serê ti kesî de guman çênebe. Herwiha got: "Baweriya min ew e ku ev pêvajo dê bi serkeftî bidawî bibe. Kar êdî li ser rê ye û ji niha û pê de vegera ji vê rêyê nîn e."

Serokê Parlamentoyê bal kişand ser metirsiyên nîvcomayîna pêvajoyê û hişyarî da: "Eger ev kar nîvco bimîne, baca vê yekê dê gelekî giran be. Em naxwazin careke din Tirkiye baceke wiha giran a şer û pevçûnan bide."

Numan Kurtulmuş derbarê rola Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de jî got: "Niyeta birêz Ocalan giring e û ew girêdayî pêvajoyê ye. Kengê pêdivî hebe, divê ew daxuyaniyan bide daku pêvajo bêtir zelal bibe."

Ev daxuyaniyên Kurtulmuş di demekê de ne ku li Parlamentoya Tirkiyeyê raporên komîsyonên peywendîdar têne gotûbêjkirin daku zemîna yasayî ji bo aştiyeke mayînde were amadekirin.

Wezareta Dadê: Em ji bo gavên yasayî amade ne

Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek jî piştrast kir ku pêvajo gihîştiye qonaxa qanûnî. Gurlek ragihand, raporta hevbeş a "Komîsyona Piştgiriya Niştimanî, Birayetî û Demokrasiyê" gihîştiye parlamentoyê û got: "Li vir îrade ya parlamentoyê ye. Em wek Wezareta Dadê, ji bo amadekirina qanûnan û ji bo aliyê teknîkî, me amadehiya xwe diyar kiriye. Darêştina çarçoveya qanûnan û pejirandina wan, hemû di bin berpirsyariya parlamentoyê de ye."

Ev daxuyaniyên rayedarên bilind ên Tirkiyeyê nîşan didin ku meha Gulanê dê ji bo pêvajoya aştiyê bibe meheke stratejîk û çavê hemû aliyan li paketên yasayî ne ku dê li parlamentoyê werin gotûbêjkirin.