Ji ber kêşeya mazotê û lêçûna zêde cotkarên Rojava bi nîgeranî li hêviya dirûnê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku îsal ji ber barana zêde hêviyeke mezin ji bo berhemên çandiniyê heye, lê cotkar û xwediyên batozan ji ber giranbûna mazotê û lêçûnên zêde yên parçeyên yedek, rûbirûyî astengiyên dijwar bûne.

Bi nêzîkbûna werzê dirûnê re, li gundewarên Qamişlo û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê tevgera amadekariyê dest pê kiriye. Cotkarên ku piştî çend salên hişkayiyê, îsal li hêviya xêr û bereketa genim û ceh in, vê carê ji aliyê aborî ve di nav nîgeraniyê de ne.

Sîpan Osê, ku xwediyê batozê ye û niha mijûlî çêkirin û amadekirina makîneya xwe ye, derbarê pirsgirêkên vê werzê de ji Kurdistan 24 re diyar kir ku nirxê mazotê û parçeyên amûrên çandiniyê gelekî bilind bûye.

Sîpan Osê got: "Heta niha nirxê dirûnê (paleyiyê) nehatiye diyarkirin. Mazot biha bûye, parçeyên yedek pir giran in. Destheqê şofêr û karkeran jî zêde bûye. Em nizanin dê rewş ber bi ku ve biçe, gelo dê bihayê hatî diyarkirin lêçûnên me derxe yan na."

Piştî pênc salên hişkayiyê, îsal zeviyên genim û ceh gelekî baş şîn bûne, lê Cotkar Mihemed Şêxmûs balê dikişîne ser barê giran ê ser milê cotkaran û dibêje: "Ev çend sal in em di hişkayiyê de ne. Îsal baran baş e, lê mesrefên me gelekî zêde bûne. Piraniya cotkaran niha deyndar in, me derman û semad bi deyn kirîne. Heke bihayê dirûnê zêde be û bihayê genim ê ku rêveberî diyar dike kêm be, em ê nikaribin deynên xwe bidin."

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku Rêveberiya Xweser di diyarkirina bihayê genim û ceh de rewşa wan li ber çavan bigire û di dabînkirina mazotê de hêsankariyan bike. Her çend xwezayê îsal rûyê xwe nîşanî cotkaran dabe jî, lê siberoja vê mewsima zêrîn niha bi biryarên aborî û siyasî ve girêdayî ye.