Trump ji bo kontrola Tengava Hurmizê banga hevpeymaniyeke navdewletî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya Donald Trump bi mebesta zêdekirina zextên li ser Tehranê û kontrolkirina çûnûhatina deryayî, pêşniyaza avakirina hevpeymaniyekê navdewletî pêşkêşî welatên cîhanê kir.
Di pêşveçûneke nû de ji bo kontrolkirina herêma Kendavê, îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump projeya hevpeymaniyeke nû ya bi navê "Hevpeymaniya Azadiya Çûnûhatina Deryayî" ragihand. Armanca vê projeyê parastin û misogerkirina trafîka deryayî ye di Tengava Hurmuzê de.
Projeya Hevbeş a Wezareta Derve û CENTCOM’ê
Li gorî agahiyên ku ji daxuyaniyên dîplomatîk ên Wezareta Derve ya Amerîkayê hatine girtin, ev hevpeyman projeyeke hevbeş a Wezareta Derve û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ye.
Dîplomatên Amerîkî hatine erkdarkirin ku welatên din han bidin daku bibin endamên vê hevpeymaniyê. Amerîka her du bijardeyên "beşdariya serbazî" yan jî "piştgiriya dîplomatîk" daniye ber welatan. Erkên sereke yên vê hevpeymaniya ku Amerîka serokatiya wê dike, ev in:
- Pevguhartina zanyariyên îstîxbaratî.
- Hevahengiya dîplomatîk.
- Misogerkirina cîbicîkirina cezayên li ser Îranê.
Giringiya Tengava Hurmizê
Ev gava Washingtonê di demekê de ye, ji 13ê Nîsanê ve Hêza Deryayî ya Amerîkayê dorpêçeke tund li ser benderên Îranê û Tengava Hurmizê sepandiye. Tengava Hurmizê rêreweke stratejîk e ku nêzîkî %20ê neft û gaza cîhanê di wê derê re derbas dibe.
Berteka Îranê: 'Ev Çetetiya Deryayî ye'
Berdevka hikûmeta Îranê Fatime Muhaceranî li dijî vê gava Amerîkayê nerazîbûn nîşan da û ev hevpeyman wekî "çetetiya deryayî" pênase kir. Muhaceranî hişyarî da ku Tehran ji bo şikandina vê dorpêçê û bersivdayîna tund, li ser çendîn senaryoyan lêkolîn dike.
'Agirbest berdewam e, lê dorpêç nayê rakirin'
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser daxwaza Pakistanê, di 21ê Nîsanê de razîbûna xwe nîşan da ku agirbesta bi Îranê re (ya ku 8ê Nîsanê hatibû ragihandin) heta dawiya danûstandinan were dirêjkirin. Lê belê, Trump tekez kir ku tevî agirbestê, dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê dê bi ti awayî neyê rakirin û wekî xwe berdewam bike.