Karkerekî Qamişloyî: Ti kes li me û li mafên me napirse

Qamişlo (K24) – Di Roja Cîhanî ya Karkeran de, karkerên avahîsaziyê li Qamişloyê ji ber neçariyê û xizaniyê li ser karê xwe ne. Ew bi destheqekî kêm ku nêzîkî 5 dolaran e, hewl didin nanê malbata xwe peyda bikin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, rewşa karkeran çi di havînê de çi jî di zivistanê de naguherê. Tevî ku 1ê Gulanê Roja Karkeran e, lê ji bo gelek karkeran ev roj ji rojên din ne cuda ye; heke karker neyên ser kar, nikarin nanê wê rojê ji malbatên xwe re peyda bikin.

Karker Cewad Ibrahîm, ku tevî hevalên xwe di bin tîrêjên rojê de dixebite, balê dikişîne ser nebûna mafên karkeran û dibêje:
"Em di nav zehmetiyan de ne. Ti mafê karkeran nîne; ne sîgorta, ne tazmînat û ne jî sendîkayek heye ku li mafê me xwedî derkeve. Heke karker rojekê neyê ser kar, xerciya malê namîne. Ti kes li me napirse."

Karkerekî din bi navê Dildar Ehmed jî diyar dike ku li herêmê keda destan pir erzan bûye û karker di nava diltengiyê de ne. Ehmed dibêje:
"Em rojekê dixebitin, gelek rojên din betal dimînin. Keda karkerên li Sûriyê bûye ya herî erzan di cîhanê de. Em ji sibê heta êvarê dixebitin, lê destheqê me têra nan û hewcedariyên malê nake."

Li gorî zanyariyan, destheqê rojane yê karkerekî li Qamişloyê nêzîkî 5 dolaran e. Ev yek di bin şert û mercên giran ên aborî de, tenê dikare beşekî pir kêm ji daxwazên jiyanê dabîn bike. Karkerên avahîsazyê di wê baweriyê de ne ku heke rojekê dest ji kar berdin, sifreya malbata wan dê vala bimîne.

Di dema ku li seranserê cîhanê karker bi meş û çalakiyan daxwaza mafên xwe dikin, karkerên Qamişloyê di nava heriyê û tozê de, bi xwêdana eniya xwe, şerê mayînê û peydakirina nanê rojane dikin.