Erdelan Gezneyî: Kabîneya Nehê di dabînkirina mafên karkeran de serkeftî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Yekê Gulanê li seranserî cîhanê wekî Roja Cîhanî ya Karkeran hatiye destnîşankirin. Rêveberiya Giştî ya Kar û Garantiya Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di dema Kabîneya Nehê de, hejmara karkerên tomarkirî di Garantiya Civakî de nêzîkî çar caran zêde bûye.
Berpirsê Pişinîna Kar li Rêveberiya Giştî ya Kar û Garantiya Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Erdelan Gezneyî îro (În, 1ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Berî Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kêmtir ji 80 hezar karker di Garantiya Civakî de hatibûn tomarkirina.”
Erdelan Gezneyî eşkere jî kir: “Di dema destbikarbûna Kabîneya Nehê de ev hejmar gihîştiye 305 hezar karkeran û herwesa ji wê hejmarê jî xizmeta 205 hezar ji wan berdewam e.” Herwesa got: “Karker berdewam xwe di Garantiya Civakî de tomar dikin û baweriya wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.”
Navbirî tekez jî kir: “Kabîneya Nehê bi serokatiya Mesrûr Barzanî di bizavên xwe yên ji bo dabînkirina mafên karkeran de pir serkeftî bûye, aliyên peywendîdar ên hikûmetê jî hêsankariyên mezin di vî warî de kirine û em berdewam arêşeyên karkeran dişopînin, heta ku digihîje dadgehê û yekalîkirina pirsgirêkên wan.”
Berpirsê Pişinîna Kar li Rêveberiya Giştî ya Kar û Garantiya Civakî eşkere kir ku ji ber şerê 40 rojî yê di navbera Îran û Amerîkayê de, hin kompaniyan dixwest karkerên xwe bişînin malê, lê wan rê li ber vê yekê girt û tekez kir ku ev rewş demkî ye.
Serokê Tayê Hewlêrê yê Sendîkayên Karkeran Yûsif Kerîm jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re ragihand: “Her rewşeke ewlehî an siyasî li Rojhilata Navîn peyda dibe bandoreke rasterast li ser rewşa karkeran dike.”
Yûsif Kerîm herwesa got: “Ligel vê yekê, gava biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo diyarkirina mûçeyên mehane yên karkeran tê cîbicîkirin – ku mûçeyên karkeran ji 450 hezar dînaran kêmtir nebe – ev yek pêngaveke baş e û dê bibe sedem ku karker kêmtir bikevin bin bandora guhertinên ewlehî û siyasî.”