Geştên asmanî yên Hewlêr û Tehranê tên destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand ku piştî rawestana ji ber rewşa ewlehiyê, îro geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Tehranê de bi fermî tê destpêkirin.

Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hûşyar îro (În, 1ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî rawestana ji bo dema zêdetir ji du mehan ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê, îro geştên asmanî yên di navbera balafirxaneyên Hewlêr û Tehranê de tên destpêkirin û xetên asmanî dest bi karên xwe dikin.”

Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku destpêkirina geştên asmanî piştî piştrastbûna ji ewlehiya geştan û geştyaran e, herwesa biryar e di çend rojên bê de geştên asmanî yên di navbera Balafirxaneya Celal Talebanî li Silêmaniyê û Tehranê jî bên destpêkirin.

Li gorî bernameya geştên asmanî, her hefteyê du geştên asmanî di navbera Hewlêr û Tehranê de û herwesa geşteke asmanî di navbera Silêmanî û Tehranê de tê kirin.