Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê hatin destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî rawestana ji bo dema du mehan ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îran re, geştên asmanî yên li Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê careke din hatin destpêkirin û saet 09:00 ê sibeha îro balafira yekê ya xeta asmanî ya Iraqê, ku ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hatibû, li Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê dada.
Berpirsê Pişka Ragihandinê ya Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê Herdî Semed îro (În, 1ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Weke pêngava yekê, di destpêkê de her hefteyê tenê sê geşt ji bo Enqereyê tên kirin, ku berî niha her hefteyê 12 geşt ji bo Siûdî û Tirkiyeyê dihatin kirin."
Herdî Semed herwesa da zanîn ku kompaniya Turkish Airlines dê ji roja 8ê Gulanê ve dîsa geştên xwe ji bo Iraqê bide destpêkirin û wê demê dê hejmara geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê jî zêde bibe.
Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê li roja 16ê Cotmeha 2021ê hat vekirin û geşta wê ya yekê jî ji bo Tirkiyeyê bû. Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, asmanê Iraqê hatibû girtin û nêzîkî du mehan geşt hatibûn rawestandin, ku vê yekê ne tenê zirareke mezin a aborî li pey xwe anî, belkî ji bo geştyaran jî astengî çê kiribûn.