Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî li Hewlêrê civiyan û pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya federal gotûbêj dikin.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî ligel şandeke Çarçoveya Hevahengiyê îro 2ê Gulanê gihîşt Hewlêrê û ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Pêş vê civînê, Zeydî li Pîrmamê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê raspartî, i civînê de tekezî li ser giringiya yekxistina dîtin û helwestên aliyên siyasî hate kirin. Her du aliyan li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz lihev kirin; hikûmeteke weha ku şiyana wê ya rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina qeyranan hebe.
Herwiha hate diyarkirin ku divê hikûmeta nû bibe bingeha xurtkirina aramî û geşepêdanê li Iraqê, da ku daxwaz û xwastekên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bicih bîne.
Şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê di vê serdana xwe de ligel Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî ye ku ji Muhsîn Mendelawî, Ebdulhuseyn Mûsewî, Falih Feyad û Ebbas Amirî pêk hatibû.
Îro berî nîvro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî kiribû.