Elî Ebdulahî: Derbasbûna di Hurmizê re tenê bi hevahengiya bi Îranê re dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan ji bo ewlehiya deryavanî operasyona "Projeya Azadiyê" daye destpêkirin, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya ya Îranê ragihand, ewlehiya Tengava Hurmizê di bin kontrola hêzên wan de ye û hişyarî da artêşa Amerîkayê ku "her hewildanek ji bo nêzîkbûna tengavê, wê bi bersiveke tund re rûbirû bibe."

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Elî Ebdulahî îro 4ê Gulanê ragihand, "Rêberên sûcdar ên Amerîkayê û artêşa wê ku ev demeke li avên navdewletî mijûlî dizîtiya deryayî ne û asayîşa aboriya cîhanê xistine metirsiyê, divê baş bizanibin ku hêzên çekdar ên Îranê di kiryarê de îsbat kirine ku ew ê bersiva her gefekê di her astê de be, bi tundî bidin."

Fermandarê Îranî herwiha hişyarî da hemû keştiyên bazirganî û tankerên petrolê yên li herêmê û ji wan daxwaz kir ku bêyî hevahengiya hêzên çekdar ên Îranê yên li Tengava Hurmizê, ti tevgerekê nekin. Ebdulahî destnîşan kir, ji bo parastina ewlehiya xwe, divê keştî li gorî rênmayên wan tevgerê bikin.

Ebdulahî bang li hevpeymanên Washingtonê yên li herêmê jî kir û got: "Hay ji gavên xwe hebin û xwe nexin nav karekî ku poşmaniyeke mezin li pey xwe bîne. Kiryarên Amerîkayê tenê rewşê aloztir dikin û ewlehiya keştiyaniyê dixe metirsiyê."

Ev daxuyaniya Îranê di demekê de ye ku îro CENTCOMê ragihandibû, wan operasyona "Projeya Azadiyê" bi piştgiriya 100 firoke û 15 hezar leşkeran daye destpêkirin. Amerîka dibêje, armanca wan "dabînkirina azadiya deryavanî ya keştiyên bazirganî" ye, lê Tehran vê yekê wekî "destwerdan û binpêkirina serweriya xwe" dibîne.

Tengava Hurmizê ku herî kêm ji sedî 20ê petrola cîhanê di ser re derbas dibe, niha bûye qada herî germ a rûbirûbûna leşkerî ya di navbera Washington û Tehranê de.