Nêçîrvan Barzanî û Malikî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hat ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Gulana 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, ligel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiya."

Di civînê de, pêvajoya siyasî ya Iraqê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ya federe hatin gotûbêjkirin. Di vî warî de tekez li ser avakirina hikûmetekê hat kirin ku bersivdêra astengî û aloziyên qonaxê û bendewarî û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê be.

Herdu aliyan tekez li ser girîngiya hevkariya navbera aliyên siyasî û karê hevbeş kirin ji bo çareserkirina problemên welat, bi taybetî jî yên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, her wiha tekez li ser parastina aramî, tenahî û serweriya Iraqê hate kirin.

Nêçîrvan Barzanî dîsa diyar kir ku Herêma Kurdistanê piştevaniya pêvaoja siyasî ya Iraqê dike û dê hemû hevkariyeke pêwîst ji bo serxistina gavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ya federe pêşkêş bike.

Ji aliyê xwe ve, lîderên Çarçoveya Hevahengiyê, tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê, helwest û siyasetên Serokê Herêma Kurdistanê û dîtin û nêrînên wî yên ji bo çareserkirina probleman û girîngiya hevkariya hevbeş kirin, bilind nirxandin.

Bandor û encamên şer û rewşa navçeyê li ser Iraqê, mijareke din a civînê bû ku tê de tekezî li ser dûrxistina welat ji metirsiyên pevçûn û aloziya hate kirin.