Li Batîfayê pêngaveke nû: Navên Kurdî li zarokên xwe bikin
Zaxo (K24) – Fermangeha Karta Niştimanî ya li qezaya Batîfayê, bi armanca parastina nasname û çanda Kurdî, pêngaveke nû da destpêkirin û bang li dê û bavên ku nû zarokên wan çêbûne dike ku navên Kurdî yên resen li zarokên xwe bikin.
Fermangeha Karta Niştimanî ya li qezaya Batîfayê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve, bi rêya daliqandina tabloyan û bikaranîna bilindgoyan, welatiyan han dide ku li şûna navên biyanî û Erebî, navên Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Ev pêngava fermangehê ji aliyê welatiyan ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.
"Zimanê me Kurdî ye, bila navên me jî Kurdî bin"
Welatiyên ku serdana fermangehê dikin, piştgiriya xwe ji bo vê pêngavê nîşan didin. Welatiyê bi navê Sardar Selîm derbarê mijarê de wiha axivî: "Giringiyeke mezin heye ku em giranî bidin navên Kurdî. Madem em li Kurdistanê dijîn û bi Kurdî diaxivin, nexwe divê navên zarokên me jî Kurdî bin. Ez spasiya Fermangeha Karta Niştimanî ya Batîfayê dikim ku tabloyek ji bo navên Kurdî amade kiriye û banga parastina zimanê me dike."
Welatiyekî din ê bi navê Adem Sîto jî destnîşan kir ku navên mirovî beşekî serekî yê nasnameya her neteweyekê ne. Sîto got: "Ev pêngaveke gelekî giring û pîroz e. Her neteweyek bi çand, ziman, cilûberg û navên xwe tê naskirin. Ev daxwaza fermangehê ya ji bo hilbijartina navên Kurdî, xizmeta parastina nasnameya me dike. Divê em hemû piştgiriya vê yekê bikin."
Fermangeha Karta Niştimanî ya Batîfayê bi vê xebata xwe dixwaze hişyariya neteweyî di nav xelkê de xurtir bike û pêşî li windabûna navên Kurdî yên resen bigire.